Şêniyên kantona Dêra Zorê hewldanên derxistina fîtneyan di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de red kirin û gotin:
“Pêwîst e bi QSD’ê re hevgirtin were xurtkirin û ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî diyaloga were destpêkirin.”
Welatiyê bi navê Sair El Rebîi anî ziman ku armanca wan kesan ew e ku fitneyê derxistin, aramî û ewlehiya herêmê têk bibin û got:
“Em van fitneyan di nav pêkhateyên Sûriyê de red dikin.
Em bang li her kesî dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin.
Cabir El Feysel jî destnîşan kir ku ew ji bo parastina yekbûna gel û xaka Sûriyê re bi diyalogê re ne.
Herî dawî Sefa El Carih jî nerazîbûna xwe li hemberî fîtneyan û parçekirinên eşîrî û nijadî nîşan da û got:
“Em bi QSD’ê û diyaloga aştiyane ya yekkirina Sûriyê re ne.”



