Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî ambûlansan şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li hemberî herêmê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê girêdayî hedefgirtina ambûlansekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafireke bêmirov a çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 11’ê vê Kanûnê de ambûlansek a girêdayî Desteya Tenduristiyê hedef girt û di encamê de ajokarê ambûlansê û birîndarê ku di ambûlansê de bû şehîd bûn û hemşîreyek bi giranî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev sûc qanûnên navneteweyî bin pê dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hemberî herêmê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin, sûcan tên kirin bi dawî bikin û sûcdaran ceza bikin, her wiha ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrişên xwe yên li dijî binesaziya herêmê û sivîlên wê rawestînin.



