Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê li hesekê civîneke berfireh bi şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb re, bi kesayetên navdar ên ji pêkhateyên herêmê re li dar xist û pêşdeçûnên li qada Sûriyeyê nîqaş kirin.
Eşîrên Hesekê diyarkirin ku ew li dijî fitneyê li pişta QSD’ê ne.
Desteyê di civînê de behsa pêşeroja herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşeroja gelê wê hat kirin.
Di axaftinan de hat gotin qonaxa bê êdî qonaxa diyaloga navnxweyî ya Sûriyeyiyan e û teqezî bi hevgirtina civakî, xurtkirina eniya hundirîn hat kirin.
Divê hemû hevgirtî bin û ji bo berjewendiya gelên herêmê bixebitin û li hember xîtaba nefretê bisekinin û hişyariyê di nava ciwanên li herêmê de belav bikin.
Di nîqaşan de rûspiyên eşîr, şêx û pêkhateyên herêmê diyar kir ku hevgirtina civakî, şerkirina xîtaba nefretê û diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû ye ku mafên pêkhateyên hermê werin parastin.
Beşdaran di nîqaşên xwe de piştgirî da QSDˋê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ew hêza ku herêm û gelê wê parastibû,



