Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin.
Meclisa Hecînê ya Leşkerî diyar kir ku 2 şervanên wê di dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî li Dêra Zorê de şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin şervan Kewan (Mihemed Xêr Salih El Ferêh) û şervan Sincar (Ehmed Mihemed El Mela) ji şervanên herî jêhatî bûn û wiha hat gotin:
“Di gelek eniyên şer ên li gundewarê Dêra Zorê de beşdar bûn.
Her wiha li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin raber kirin û di oxira parastina gel û welatê xwe de canê xwe feda kirin.”
Meclisê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza xwe ya tolhildanê ji kujer û sûcdaran nû kir.
Agahiyên der barê nasnameyên her du şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Sincar
Nav û paşnav: Ehmed El Mela
Navê dayikê: Necod
Navê bav: Mihemed
Dîroka şehadetê: 9.12.2024
Nasnav: Kewan
Nav û paşnav: Mihemed Xêr El Ferêh
Navê dayikê: Foza
Navê bav: Salim
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-9.12.2024.”



