Erdogan careke din kaxeza penbaeran li dijî Ewropayê li ba kir

Serokê Dewleta Tirk careke din kaxeza penaberan li dijî Ewropayê bi kar anî û got, “hemwextî dijwarbûna şerê li Idlibê, welatî wî nikare pêleke din a penaberan pêşwazî bike”.

 

Erdogan idia kir ku, ji 3 milyonan bi qasî 80 hezar Sûrî ji hermên Idlibê li herêmên nêzî sînorê Tirkiyê bicih bûne.

Serokê Tirkiyê di konserekê li bajarê Stenbolê de hişyarî da Ewropayê ku “Tirkiyê nikare pêleke din a penaberên Sûrî qebûl bike. ”

Li gorî Franc Press ê, Erdogan gotiye ” Wê di serî de Yûnan, hemû welatên Ewropayê para xwe ji vê fişarê bigirin”.

Di heman çarçoveyê de, dibêje ku, ” ji bo rawestandina êrîşên li Idlibê, ew ê şandeyekê bişîne Rûsyayê”.

Berî niha Tirkiyê gelek caran gefa vekirina deriyê Ewropayê li pêşiya Milyonek penaberî xwariye û hîna jî vê gefa xwe didomîne..

Leave a Reply

Back to top button