Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî, biryardariya xwe ya ji bo vegerandina tirba Sultan Silêman Şah a ji bo cihê wê yê kevin, dubare kir û got ku ew amade ne rêya heta cihê tirbê vekirî bihêlin û alîkariyên ji bo hêsankirinê pêşkêş bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesaba xwe ya dijîtal a Xˋê (Twîtter a berê) der barê mijarê de peyamek da.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Li gorî lihevkirinên navneteweyî, em biryardariya xwe ya vegerandina termê Sultan Silêman Şah a li cihê wê yê kevin dubare dikin. Em amade ne rêya heta wî cihî vekirî bihêlin û tevahî alîkariyan ji bo hêsankirina derbasbûnê ya di pira Qereqozaqê re ber bi cihê termê ve pêşkêş bikin.”



