Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome.
Êrişên dewleta tirk û koma wê yên paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.
Li dijî van êrişan, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Çalakî, di roja 4’an de berdewam dike. Welatiyên ku di danê sibehê de hatin cihên çalakiyê, nobeta xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman didomînin.
Li qada çalakiyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” olan dide. Her wiha çalakvanan pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava” li xwe kirine.
Şandeyeke ji Êlihê hatî piştgirî da çalakvanan.
Parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Kamûran Tanhan jî li qada çalakiyê ne û tê payin ku di saetên pêş de daxuyanî were dayin.



