Bendava Tişrînê ji ber êrîşên esmanî yên dewleta tirk zirarek mezin dîtiye.
Ji ber wê ev 7 roj in ji kar ketiye.
Xelkê kantonên Firat û Minbicê jî, bê ceyran mane.
Xebatkarên bendavê hewl didin derbasî bendavê bibin û cihên xirabûne sererast bikin, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, bendav heta niha nehatiye sererastkirin.
Bendav ji sala 2013 heta 2015 ketibû bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê.
Bendava ku çeteyan gelek zirar gihandibûyê, sala 2015’an de aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hat rizgarkirin.
Di sala 2016’an de cihên hatibûn xirabkirin ji aliyê Desteya Kehrebeyê ya Kantona Firatê ve hatin sererastkirin.
Lê piştî sererastkirinê vê carê dewleta Tirk dest bi qutkirina ava Çemê Firatê kir.
Vê yekê jî asta ava bendavê daxist û bandor hilberîna ceyranê kir.
Dewleta Tirk gelek caran av ji nişka ve berdida û vê yekê jî zirar da bendavê.



