Îsraîlê hemû cihên çekan ên rêjîma Bass rûxand, duh jî balafirên şer ên Îsraîlê li gundewarên Şamê tesîsên çekan bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê bombebarankirina depo û tesîsên çekan ên rejîma Baas didomîne.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Îsraîlê duh li herêma Seyda Zeyneb a Şamê depoyên çekan bombebaran kirin:
Her wiha depoyên Qeldûn ên li herêma Ceyrûd a Şamê jî hatin bombebarankirin.
Şeva 15ˈê Kanûnê jî baregeha Tugeya 23ˈan a Parastina Hewayî, bombebaran kir.
Her wiha qaîdeyên moşekan ên li baregeha 107ˈan a li herêma Zama ya Tertûsê jî hatin bombebarankirin.
Li gorî SOHRˈê, di encama teqînên ji ber bombeberankirina depoyan çêkan çêbûne û avêtina moşekan de, herî kêm 36 sivîl birîndar bûne û zirar li malên welatiyan bûye.



