Du senatorên Emerîkî ragihandin ku ger dewleta Tirk li gel Kurdên li Sûriyê agirbest pêk neyîne û avakirina herêma bêçek qebûl neke, dê cezayan li ser bisepînin.
Senator Chris Van Hollen ê Demokrat û Senator Lindsey Graham ê Komarî, li ser tora civakî X’ê têkildarî ferzkirina ceza li ser dewleta Tirk daxuyanî dan û wiha anîn ziman:
Em vê heftiyê projeqanûnekê ji bo sepandina cezayan li ser Tirkiyê amade dikin.
Ger Enqere pêşniyara agirbesta Emerîkayê û pêşniyara Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî ya ji bo çêkirina herêmek bêçek qebûl neke, wê ceza li ser Tirkiyê werin ferzkirin.
Senatorên Emerîkî destnîşankirin ku hinek fikarên Tirkiyê yên ewlehiyê hene ku dikarin bên çareserkirin, lê geşedanên li Sûriyê yên li ser destê komên Tirkiyê, ewlehiya herêmê dixe xeteriyê û Emerîka nikare bê bertek raweste.
Herî dawî tekezî kirin ku êrişên çeteyên Tirkiye li ser Hêzên Sûriya Demokratîk û Kurdan, ziyanê dide armanca Emerîka ya li herêmê ya têkbirina terorê û rêgirtina li pêşdaçûna DAIŞ’ê.



