Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk mela Mihemed Reşîd El Xerzanî bang li partiyên siyasî kir ku nakokiyên xwe yên hizbî bidin aliyekî û bibin yek.
Mihemed Reşîd El Xerzanî bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku bibin yek û got:
“Dema daxwaz bibin yek em ê bi hêz bibin. Divê nakokiyên partiyetê li pêşber armancên gelê Kurd ên yekitiyê nebin asteng.
Ez bilsotî û êş dibêjim, ji ber nakokiyên we, we gel parçe kir.
“Li Efrînê binêrin, çi bi serê wê de hat. Hin aliyên Kurdî hebûn texmîn dikirin ku dê Efrîn bikeve bin kontrola wan. Heta yên cihê xwe di Rêveberiya Xweser de jî negirtibûn di talanî û sûcan re derbas bûn.
Dem hatiye piştî sed salî mafên gelê me bê dayîn.
Eger em di vê qonaxê de nebin yek, kolan, gel û gotinên xwe nekin yek em ê gelekî lewaz bin û di encamê de dê zirar bigihîje gelê Kurd.
Şerm e em tawîzan bidin dijmin û nedin hev. Ev şermeke dîrokî ye. Em bi hêvî ne dîrok dubare nebe û hevkarî di nav gelê Kurd de hebe.”



