Em rojane qala Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin.
Ji ber li wir berxwedanek dîrokî tê meşandin.
Şervanên QSD’ê yên li xeta Qereqozaqê li ber xwe didin, dibêjin:
“Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî têk bibin.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku ji bermahiyên DAÎŞ’ê hatiye avakirin, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Çete bi taybetî êrîşên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêde kirine.
Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bi tundî bersivê didin êrîşan.
Çeteyên dewleta Tirk ji doh bi şev ve hewl didin xwe berdin nava herêmê. Hêzên QSD’ê jî êrîş şikandin.
Balafirên Bêmirov ên Tirkiyê timî li ser ezmanê herêmê ne.
Radyo fm a Kobanê û bendavaTişrînê bi SÎHA’yan hatin bombekirin.
Şervanên QSD’ê yên li xeta Qereqozaqê ne ji ANF’ê re axivîn.
Ji şervanên QSD’ê Tolhildan Zagros diyar kir ku hem Bendava Tişrînê hem jî Pira Qereqozaqê di bin kontrola wan de ne.
“Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin”
Ji şervanan Şêrgo Kobanê jî destnîşan kir ku weke wan DAIŞ’ê li Kobanê têk bir ew ê dewleta tirk û çeteyên wê jî têk bibin.
“Eger li Kobanê wê şerek biqewime, Kurd hemû ji vê re amade ne”
Keleş Kobanê jî bi moralekî bilind anî ziman ku eger li Kobanê şerek biqewime, Kurd hemû ji vê yekê re amade ne.



