QSD’ê dîmenên balafira bê mirov û biçek a dewleat Tirk a dagirker ku ji aliyê şervanan ve hatibû xistin weşandin.
Şervanên QSD’ê 18’ê Kanûnê (2024) li derdora Qira Qereqozaq a li başûr-rojavayê Kobanê, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek mezin nîşan dabû û êrişên wan têk biribûn. Di berxwedanê de balafirek bê mirov û biçek a dewleta Tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar jî hatibû xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê dîmenên xistina balafirê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ka balafir çawa ketiye xwarê.



