Senator Amerîkî John Kenndy di civîneke kongresê de bi zimanekî tûj derbarê êrişên Tirkiyê li ser Kurdan li Sûriyê axivî.
Senator John Kenndy got ku Kurd dostên wan in û wiha dewam kir:
Erdogan: Tu ji Kurdan nefret dikî, lê bela xwe ji wan veke, wan tenê bihêle… Kurd aştîxwaz in û dostên Amerîka ne… Îstîxbarata me dibêje ku Erdogan hewil dide ku Sûrîyê dagir bike.
Vî tiştî mekin… Kurd gelekî aştîzwaz e li Bakurê Sûrîyê û wan bi tenê bihêle… Ger tu zararê bidî mûyê porê wan, ezê ji vê Kongreyê cezayên dijî we bixwazim ku zîyaneke mezin bigîne aborîya we… Bela xwe ji Kurdan veke, wan rehet bihêle !…”
Her wiha doh jî 2 senetorên amerîkî Lindsey Graham û Chris Van Hollen gef li Tirkiyê xwarin ku eger êrişî herêmên Kurdan bikin, dê Tirkiyê were cezakirin.
Wan herduyan destnîşan kir ku êrişên Tirkiyê li dijî hevalbendên wan ên kurdên Sûriyê, dê aramiya herêmê û têkoşîna li dij DAIŞ’ê têk bibin.
Ev cezayên qanûnî jî sala 2019’an di dema êrişa li dijî Serê Kaniyê û Girê Spî li ser Tirkiyê hartibûn sepandin û biryara agirbestê hat dayîn.



