Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest.
Ji bo şervanên QSDˈê şehîd Rêzan Çiya Efrîn (Ebdo Ebdullah) ku 3ˈyê Kanûnê di berxwedana li Minbicê de şehîd bûbû, şehîd Çekdar Umer ku 13ˈê Kanûnê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû û şehîd Yilmaz Elî ku 1ˈê Kanûnê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, sersaxî hat qebûlkirin.
Bi sedan şêniyên ji bajarê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê ji bo sersaxiyê bixwazin herikîn Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer a li Dêrikê.
Li navendê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclisa Gel a bajarê Dêrikê Hesen Hemze girîngiya hevgirtina pêkhateyan diyar kir û got:
“Di vê pêvajoya hestiyar de ku Sûriye tê re derbas dibe, divê em yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin.
Bi yekitiyê em ê çarenûsa xwe diyar bikin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”
Hesen Hemze bal kişand ser yekitiya neteweyî ya hêz û partiyên kurdî jî û got:
“Dewleta Tirk biryara qirkirina gelê Kurd daye, divê em jî kom bibin û yekitiya kurdî ragihînin.”
Hesen Hemze di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku beşdarî seferberiya giştî bibin ku Rêveberiya Xweser û QSDˈê ragihandiye û wiha got:
“Divê her ferdek li hember planên li dijî nirx û nasnameya me çekê rake. Ancex bi seferberiyê em ê bikarin planên li dijî gelê Kurd têk bibin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSDˈê bi dawî bû.



