Ev rewşa heyî li Sûriyê herî zêde çeteyên DAIŞ’ê sûdê jê werdigirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Himsê êrişî sivîlan kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ser riya Hims-Tedmûr di êrişê DAIŞ’ê de, welatiyek hate kuştin.
Li gorî daneyên çavdêriyê, piştî ketina rêjîma Beis û vir ve çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê 9 êriş kirine.
Di necamê de, 89 kes hatine kuştin.
Duh jî Asayîşê ragihand ku şaneyên DAIŞ’ê li herêma Kesrat êrişî bendekî wan kiriye û di encamê de 2 endamên wan şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Asayîşê ji televezyona me re got ku şaneyên DAIŞ’ê di nava tevgerê de ne û hewl didin êrişên xwe zêdetir bikin.



