Sunday 2026/06/07
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

YPG: Em ê xeta çapemeniya azad biparêzin

December 20, 2024
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
ROJIN: Hovîtî û komkujiyên we,nikare me şopdarên heqîqetê bêdeng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGˋê derbarê şehîdbûna her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî da û got, “Em ê xeta çapemeniya azad biparêzin û li bîranîna hevalên xwe yên rojnamevanên şehîd xwedî derkevin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Daxuyaniya YPGˋê wiha ye:

“Dewleta dagirker a Tirk û komên çete yên di bin kontrola wê de, ji rewşa aloz û pevçûnî ya li Sûriyeyê sûd werdigirin û êrişên xwe li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine û bi planên berfireh hewl didin ku dagirkeriya xwe firehtir bikin.

Hemû gelê me û raya giştî ya cîhanê dizane ku hincetên ewlehiyê yên ku dewleta Tirk pêşkêş dike tu bingeheke wan tune ne. Armanca wan tunekirina şoreş û modela rêveberiya demokratîk e ku li Rojava hatiye avakirin.

Hemû êriş di vê çarçoveyê de ne.

Êrişên li ser herêmên Şehba, Minbic, Kobanê, Tişrîn û Qereqozaqê û berxwedana qehremanî ya hêzên me û gelê me li hember van êrişan, bi hewldanên kedkarên çapemeniya azad digihîje gelê me.

Şerê psîkolojîk û hewldanên dezenformasyonê yên dewleta Tirk beşeke girîng a van êrişan e.

Gelek rojnamevan ên ku ji salên dirêj ve kedkarên dilsoz ên kevneşopiya çapemeniya azad in, bi fedakariyeke mezin dixebitin da ku êrişên li ser sivîlan, binpêkirinên mafên mirovan, êrişên li ser cihên jiyana gel, avahiyên bingehîn û kargehên ku pêdiviyên bingehîn ên gel berhem tînin belge bikin.

Du rojnamevanên ku nûnerên herî girîng ên vê kevneşopiyê ne, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema ku li pey nûçeyan bûn, bi êrişeke armancgirtî ya dewleta Tirk li ser wesayîta wan şehîd ketin.

Nazim Daştan li Kobanê piştgiriya ku Tirkiyê dida çeteyên DAIŞ’ê belge kiribû, operasyonên paqijkirina Reqa û Dêrezorê ji DAIŞ’ê bi fedakariyeke mezin şopandibû û gihandibû cîhanê, sûcên şer ên ku dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrîn û bajarên me yên din de pêk anîbûn belge kiribûn.

Cîhan Bîlgîn zoriyên ku gel li gelek deverên Rojava dijî tomar kiribû, çîrokên gelê me yê ku bi êrişan koçber bûbû gihandibû cîhanê û li her derê ku lê bû bi fedakariyeke mezin bûbû nûnerê netirsê kevneşopiya çapemeniya azad. Ev êrişa bi zanebûn a li ser her du rojnamevanan binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî û mînakeke sûcê şer e. Ev êriş, êrişeke giştî ye li ser çalakiyên çapemenî-weşanê li Rojava.

Divê saziyên navneteweyî û rêxistinên rojnamevaniyê li hember van sûcan bê deng nemînin û ji dewleta dagirker a Tirk hesab were pirsîn.

Em rojnamevanên di vê êrişê de şehîd ketî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi rêz û minnetdarî bi bîr tînin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re dixwazin. Em wek YPG soz didin ku em ê xeta çapemeniya azad biparêzin û li bîranîna hevalên xwe yên rojnamevanên şehîd xwedî derkevin.”

Previous Post

DOSYA-Li Kobanê şehîd Hebûn Boxaz bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin

Next Post

Washington li Şamê bi hikumeta demkî re civiya

Weşana girêdayî

Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Hevgirtina Al El Beyet panelek der barê nirxên exlaqa Îslamê de li dar xist

YRJ‘ê êrişa li ser NÛJINHA‘yê şermezar kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

YRJ‘ê êrişa li ser NÛJINHA‘yê şermezar kir

Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye