Wezaretê diyar kir ku şandeya Amerîkayê dozên wekî ya rojnamevan Austin Tice û ya welatiyên din ên Amerîkayê ku ji serdema Beşar Esed ve winda ne , nîqaş kirin.
Wezaretê aşkera kir ku diplomat bi civaka sivîl a Sûriyeyê, çalakger û ferdên ji etnîkên cuda re civiyan.
Tora Al Hurra ya Amerîkayê da zanîn ku şandeya Amerîkayê mijara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê di serî de ya “Qanûna Qeyser” û ya derxistina Heyet Tehrîr El Şam ji lîsteya terorê nîqaş kirin.
Ji dema ketina rejîma Beşar Esed ve, ev sardana Amerîka ya yekemîn ji Şamê re ye.
Ji 2012’an ve Amerîkayê têkiliyên xwe yên dîplomasî bi Sûriyeyê re qut kiribûn û balyozxaneya xwe girtibû.



