Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soz da, ku ji bo saziyên xizmetguzariyê yên bajarokê Dêr Hafir di leztirîn dem de pêdiviyên guncaw pêşkêş bike.
Di civînê de rêveberên berê yên saziyên şaredarî, avê, çandinî, kehrebê, tenduristî, komeleya perwerdehiyê û mixtarê bajarok amade bûn.
Piştî ketina rejîma Beşar Esed û derbasbûna Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarok ji bo parastina wî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, saziyên xizmetguzariyê rawestîbûn.
Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve jî, nûnerên ji desteyên aborî, çandinî, kar û barên civakî, perwerde û fêrkirinê, Gerînendetiya sotemenî, Gerînendetiya Firn û Aşan, Yekitiya Şaredariyan bi serkêşiya hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê, beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa Ehmed El Omer di destpêka civînê de axivî. El Omer mekanîzmeya xebata saziyên Rêveberiya Xweser û girîngiya vekirina wan di leztirîn dem de ji bo pêşkêşkirina tevahî xizmetguzariyan ji xelkê bajarok û gundewar re şîrove kir.
Li aliyekî din jî rêveberên saziyên berê yên girêdayî rejîma berê, mekanîzmeya xebata saziyên xizmetguzarî li bajarok û pêwîstiyên ji bo aktîvkirina wan şîrove kirin.
Rêveberiya Xweser di civînê de hejmara şêniyan, hejmara dibistanan û saziyên li bajarok bi dest xistin. Rêveberiyê soz da ku tevahî kêmasiyên li bajarok dabîn bikin û di leztirîn dem de pêşkêş bikin.
Beriya civînê jî, Rêveberiya Xweser gelek tankerên mazotê, erebeyên ard şandin bajarok ku firn werin aktîvkirin û nan li xelkê were belavkirin.
Her wiha beriya civîna li Dêr Hafir, li bajarokên Dibsê û Meskenê jî civîn hatin lidarxistin.



