IFJˋê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji berpirsên hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer were xwestin.
IFJˋê sersaxî da malbatên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, her wiha bang li rêveberiya siyasî ya nû ya li Sûriyeyê kir ku der barê van sûcan de lêpirsîneke serbixwe veke û sûcdaran şermezar bike.
Rêxistina DİSK Basın-İş a li Tirkiyeyê ya girêdayî IFJˋê jî gotibû, “Nayê qebûlkirina rojnamevanên ji herêmên şer heqîqetê ji xelkê re radigihînin werin hedefgirtin.
Em êrişên li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Divê berpirs, li ser hedefgirtinên rojnamevanan li herêmên şer li Filistîn û Sûriyeyê, werin darizandin.”



