Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê bersiva banga seferberiyê da û da zanîn ku ew “her tim amade ne li ber xwe bidin û bê navber li kêleka şervanên xwe tê bikoşin.”
Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê der barê banga serferberiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a li bajarê Kobanê ji aliyê endama yekitiyê Îslim Îbrahîm ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek jinên ciwan ên Kobanê piştgiriya şervanên xwe bikin û piştgiriya QSD`ê dikin. Em tu carî dest ji axa xwe bernadin, emê li kêlek şervanên xwe têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Me çawa çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de tune kir em ê careke din çeteyên dewlta Tirk di Kobanê de tune bikin.”
Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de got: “Em jinên ciwan her tim amade ne, em ê li ber xwe bidin û bê navber li kêleka şervanên xwe tê bikoşin. ”
Çalakî bi dirûşma “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.



