Li Dêra Zorê pira li ser çemê Firatê ku bi navê Pira Leşker tê zanîn û herdu aliyên bajêr bi hev ve girê dide û di êrişan de hilweşiya bû, ji nû ve tê çêkirin.
Îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêra Zorê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê projeya nûavakirina pira leşker a ku her du aliyên çemê yên rojhilat û rojava bi hev ve girê dide, destpê kirin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Nûrî El Xelîl diyar kir ku ji bo pêşîgirtina derbasbûna şaneyên çeteyan û qaçaxçiyên madeyên hişbir, pira berê hatibû rûxandin.
El Xelîl got: “Em weke Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê dest bi vê projeyê dikin ku derbasbûna şêniyan û tevgera bazirganî û çandiniyê hêsan bibe. ”
Li Dêra Zorê 3 pirên li ser çemê Firatê hene ku rojavayê wê bi rojhilatê wê ve girê didin, ji ber şer hemû pir hatine hilweşandin.



