Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dijwar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, di encamê de 35 çete hatin kuştin, 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwest bi tank, maşîneyên zirxî û balafirên keşfê ji du aliyan ve bikevin qada Bendava Tişrînê. Di encamê de di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şerekî dijwar rû da.
Di şer û pevçûnên nava rojê de 35 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn, her wiha 2 wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin rûxandin. Li kêlek wê jî şervanan 2 çekên kilaşînkof û cebilxane desteser kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku di van kêliyan de jî şer û pevçûnên dijwar rû didin.



