Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyera ku duh li Almaniyayê rû da şermezar kirin.
Aliyan bang li hêzên cîhanê kir ku ji bo tunekirina terorê pêwîstê bi xebatên hevbeş heye.
Şevê din li bajarê Magdeburg ê Almaniyayê erbeyekê pê li sivîlan kir.
Li gorî aliyên peywendîdar yên Alman di buyerê de 11 sivîl hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.
Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyê Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî derheqê bûyerê li hesabê xwe X yê peyamek belav kir.
“Mezlûm Ebdî êrişa li dijî sivîlan şermezar kir.
Mezlûn Ebdî îşaret bi girîngiya xebatên navneteweyî li dijî terorê kir.”
Rêveberiya Xweser: Em buyerên terorî li dijî gelê Aalmaniya qebûl nakin
Rêveberiya Xweser jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da.
Rêveriya Xwser eşkere kir ku wan bi dilekî xemgîn buyer bihîstin û da zanîn ku ew bi tu awayî van buyerên terorî li dijî gelê Almaniya qebûl nakin.
Rêveberiya Xweser ji malbatên qurbaniyan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.
Her wekî destnîşan kir ku aniha ji her demê bêtir, pêdivî bi xurtkirina xebata li dijî terorê heye.



