Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gorî derfetên heyî pêdiviyên malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehba koçber bûne, peyda dikin.
Ji bo peydakirina pêdiviyên hin malbatên ku ji Efrîn û Şehbayê koçber bûne, Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di nava tevgerê de ye.
Endamên jin ên meclisê serdana malbatên koçber dikin, rewşa wan dişopînin da ku pêdiviyên wan nasbikin û li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan bi cih bînin.
Di serdanan de hat diyarkirin ku pêdiviya malbatan alavên germkirinê heye.
Endamên Meclisa Şehîd Gulê Selmo bang li gel dikin ku werin navenda meclisê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û li gorî hijmara endamên malbatê betaniyan li wan belav dikin.
Endama meclisê Newal Mihemed der barê xebatên meclisê de dibêje:
Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersiva banga me dan û alîkariya me kirin.



