Rojnamevanên Kantona Cizîrê û Dêra Zorê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin û gotin:” Armanc ji hedefgirtina rojnamevanan nirxumandina rastiyan e, Cîhan û Nazim dengê rastiyê radigihandin cîhanê”.
Di 19’ê Kanûnê de dema ku rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn berxwedana li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dişopandin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya wan hedef girt.
Di encamê de her du rojnamevan şehîd bûn.
Têkildarî mijarê, Rojnamevanên Kantona Dêra Zor êriş û hemû sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê bi taybet êrişa li dijî rojnamevanan, şermezar kirin.
Nûçegihanê Ronahî TV Qasim El Herdan diyar kir ku rojnamevan rastî ji cîhanê re radigihand, Tirkiye jî ji bo nixumandina sûcên xwe, ew hedef girtin.
Rojnamevana Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêra Zorê Sena El Muhsin jî soza domandina xebatên xwe yên aşkerakirina rastiyê nexasim sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê da.
Rojnamevana Meclisa Rêveber a kantona Dêra Zorê Xedîce El Ebdullah anî ziman ku ew dev ji rêya şehîdan bernadin û dê xebatên aşkerakirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidomîne.
”Rojnemevan Cîhan û Nazim dengê rastiyê radigihandin cîhanê”
Her wiha Şêniyên bajarên Dêrikê, Çilaxa û Til Hemîsê ên kantona Cizîrê jî sûc û hedefgirtina domdar a rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.
Hiyam Ebdo ji bajarê Dêrikê ye got:
Her du hevalên me CÎhan û Nazim di ragihandina dengê civakê de roleke girîng lîst.
Diyar Ehmed ê ji Çilaxa jî dibêje:
Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze kesên rastiyê dibêjin bêdeng bike û nehêle ev rastî bigihêje cîhanê.
Ebdulselam El Casim ê ji Til Hemîsê jî destnîşan kir ku êrişa li dijî rojnamevanan, berdewama siyaseta dewleta Tirk a li dijî nirxên bingehîn ên civakê û azadiya rojnamegeriyê ye.
Mawiye El Hedîd a ji Til Hemîsê jî têkoşîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn silav kir û got:
Cîhan mînaka rojnamevana qehreman bû. Wê pênûs û kamereya xwe kir xizmeta şoreşa gelan û jinan.
Rêxistina Ronus nerazîbûn nîşanî êrişên li ser rojnamevanan da



