Fermandariya Navendî ya Emerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku li Dêrezorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Fermandariya Navendî ya Emerîkayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
Hêzên me li parêzgeha Dêre Zorê barhilgireke çekan ya çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.
Di encama êrişa hewayî de barhilgira çekan hatiye îmhakirin, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Her wiha li gorî CENTCOM’ê herêma ku êrîş lê çêbûyî, berê di bin destê rejîma Baas û Rûsya de bû.



