Elmanya derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê de, Tirkiyê hişyar kir û destnîşan kir ku Kurd di şikestina DAIŞ’ê li Sûriyê de roleke girîng lîst.
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock li ser egera di navera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Suriyê de şerek derbikeve, hişyarî da Tirkiyê û got:
Rewşeke wiha dê ji bo Sûriye, Tirkiye û Ewropayê bibe metirsiyeke ewlehiyê.
Divê yekitiya axa Sûriyê were parastin. Nabe aliyên sêyem wekî ku berê Îran û Rûsyayê kiriye, careke din li welat plansaziyê bike.
Annalena Baerbock behsa rola Kurdan kir û da zanîn ku Kurdan di şikestina DAIŞ’ê ya li Suriyê de rolek taybet leyistiye û wiha anî ziman:
Berpirsiyariya me hemûyan heye ku rê li ber dubarebûna tundiyê bigirin û nehêlin ku hêzên nû yên tund ava bibin da ku gel di ewlehiyê de bijîn.
Di dawiyê de Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê balkêşa ser berxwedana li Kobanê û got:
Bajarê Kobanê sembola şerê qehremaniya Kurdan a li dijî DAIŞ’ê ye.



