Bi boneya salvegera Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parisê hatin şehîdxistin, Meclîsa Jinan a Jiyan li Fransayê çalakiyên rengî pêk anîn û çelenga reş danîn li ber Konsolxaneya Fransa ya London û Bernê.
Li ser banga Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê ji bo Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Emîne Kara, hunermend M. Şirin Aydın (Mîr Perwer) û Abdurrahman Kizil ên 23’yê Kanûna 2022’an de li paytexta Parisê Fransayê hatin Şehîdxistin,
Jinan ji bo şermezarkirina polîtîkayên dewleta Fransayê, çelenga reş danîn li ber konsolxaneyê û peyama, “Heta rastî neyê ronîkirin, em dest ji vê dozê bernadin” dan.
Rojnamegera Kurd Nejla Arî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku soza wan ji bo şehîdên Parisê, ew ê şoreşa jinê bihêztir bikin.
Jinan li Bernê jî çelenga reş danîn li ber konsolxaneya Fransayê
Her wiha Meclîsa Jinên Kurd a Berjîn Zenda bi boneya salvegera şehîdên Parîsê, li ber Konsolxaneya Fransa ya Bernê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.
Kurdistaniyan li ber konsolxaneyê daxuyanî da û çelenga reş danîn.
Apê Şehîd Evîn Goyî, Salih Kara ku beşdarî bîranînê bû axivî û diyar kir ku çi erk bikeve ser milên wan ew ê pêk bînin.
Piştre li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Berjîn Zenda Gulistan Sadûn axivî û anî ziman ku li dijî komkujiyên li ser jinan ew ê dengê xwe bilind bikin.
Şaredara 10’emîn a Parîsê banga ronîkirina komkujiya Parîsê kir
Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat lidarxistin bi beşdariya dostên Kurdan çalakiyek pêk hat.
Di çalakiyê de, Hevserokê CDK-F’ê Xanê Akdogan wiha anî ziman:
Em vê komkujiiyê û yên li hemberî vê komkujiyê bêdeng dimînin şermezar dikin.
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat jî bi bîr xist ku ew ji bo kesên hatine şehîdxistin li hev kom bûne.
Li ser navê TJK-E’yê jî Arşem Ahmed axivî û diyar kir ku divê komkujiyên Parisê bên ronîkirin.
Li ser navê malbata şehîd Evîn Goyî jî Zeynep Kara axivî û got, heta em kujer û yên wan diparêzin eşkere bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan çalakî bi helbest, klam û stranan bi dawî bû.
Li Mexmûrê şehîd Evîn Goyî di duyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn



