Dewleta Tirk a dagirker çerxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker çerxerêya bajarê Sirînê ya li başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir.
Der barê encamên bombebaranê de hîna agahî bi dest neketine.



