Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Alî bang li partiyan û aliyên siyasî kir ku tev li diyalogê bibin û li ser xalên hevbeş li hev bikin û got: “Ev erkeke dîrokî ye.”
Ji bo nirxandina geşedanên dawîn ên li Sûriyê û rewşa Kurdan, Komîteya Diyaloga Kurdî ya Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) li Qamişloyê civîneke li dar xist.
Rêxistinên siyasî yên Kurdan û kesên serbixwe tev li civînê bûn.
Têkildarî mijarê Sekreterê giştî yê (PYNK) Mihyedîn Şêx Alî axivî û got:
“Lidarxistina van civînan di vê pêvajoya hesas de, gelek girîng e.
Ev civîn ji bo aliyên kurdî li hev guhdar bikin û zanibin çi ji hev dixwazin û çi ji ên din dixwazin.”
Şêx Alî da zanîn ku pirsgirêk her tim hene û dê hebin lê divê partiyên siyasî li hev rûnin, nîqaş bikin û bikin reşnivîs û li binî îmze bikin.
Şêx Alî di dawiyê de bang li partiyan, welatparêz, rewşenbîr û nivîskaran kir ku dest bidin hev.



