Herî dawî Sekreterê Giştî yê YNDKê pêşwaziya şandeke payebilind a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî û yekrêziya gelê Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê parastina Rojavayê Kurdistanê weke erkekî netewî û niştimanî bihesibînin.
Mexmûrî teqez kir ku di wê baweriyê de ne ku divê ji bo çareserkirina alozî û nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de li ser bingehê diyalogê hemû hevkar bin.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî di hevdîtinê de axivî û anî ziman ku armanca wan parastina Rojavayê Kurdistanê û afirandina şert û mercên yekrêzî û lihevkirina di navbera aliyên siyasî de ye
Di dawiyê de her du aliyan lihevkirin ku hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi şandeke yekgirtî ji bo diyaloga bi hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Rojavayê Kurdistanê herin Şamê.



