Artêşa Îsraîlê ji gelê Quneytera ya Sûriyê xwest ku di navbera 48 saetan de çekên xwe deynin.
Roja yekşema borî artêşa Îsraîlê hişyarî dabû şêniyên bajarê Baas ê Quneytirayê ku di 2 saetan de çekên xwe radest bikin.
Duh jî, Artêşa Îsraîlê 48 saet dem da şêniyên gundê Cubata El Xeşeb yê Quneytirayê yê başûrê Sûriyê da ku çekên xwe deynin.
Her wiha Artêşa Îsraîlê derbasî deverên nû yên herêma Bendava El Mentera ya Quneytirayê bû.
Bi vî awayî heta kûrahiya 7 kîlometreyan derbasî hundirê xaka Sûriyê bûye, rêbendên kontrolê danîne û qedexeya ketin û derketina ji deverên ku kontrol kirine, ragihandiye.
Gundê Cubata El Xeşeb jî li rojhilatê Colanê ye û ji gundên herêma tampon a ku di bin çavdêriya hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.



