Rojnamevanên Herêma Germiyanê dan zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo veşartina binketin û sucên xwe, rojnamevan hedef digire, divê her kes dijî êrişan xwedî helwestek cidî be.
Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê mehê de li Rojavayê Kurdistanê carek din êrişî rojnamevanan kir, di encama êrişê de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.
Derbarê mijarê de rojnamevanên Herêma Germiyan ji axivîn.
Rojnamevan Hawrê Kirêkar da zanîn ku dewleta Tirk ji şopandina rojnamevanan ditirse û got:
Tirkiye ne tenê rojnamevanan dike hedef, dixwaze hemû Kurdan ji holê rake, divê Rojnamevan bên parastin.
Rojnamevan Şaho Îbrahîm jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê du rojnamevan şehîd xistin û wiha anî ziman:
Nabe helwest tenê di çarçoveya daxuyaniyan de bin, divê em xwedî helwestên cidî bin û konsolxane û nûnerên Neteweyên Yekbûyî bixîn nava liv û tevgerê.



