Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) cejna Noelê ya cîhana Mesîhî bi peyamekê pîroz kir û got:
“Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sedema aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê.”
Peyama KNK’ê ya ji bo pîrozbahiya cejna Noelê ya cîhana Mesîhî bi vî rengî ye:
“Rojabûyîna Îsa Mesîh li ciîhana Mesîhî rojeke pîroz e û cejneke sereke ye.
Bi vê armancê 25’ê Kanûnê weke rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin.
Li Kurdistanê nufûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û Pirtûka pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in.
Di nav KNK’ê de jî hevwelatîyên Mesîhî têne temsîlkirin.
Çejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.
Bi boneya vê roja pîroz, KNK Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên cîhanê bi hezkirineke bilind pîroz dike.
Em hêvî dikin ev roja pîroz bibe sedema aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî cejna Noelê li welatiyên Xiristiyan pîroz kir



