”Ji bo siberoja Sûriyê modela Rêveberiya Xweser a herî guncaw e” bi van gotinan Rewşenbîrên ji Helebê behsa girîngiya pêkanîna modela Rêveberiya Xweser kirin û gotin:”Ji ber ku Rêveberiya Xweser tecrubeyeke siyasî, rêveberî û leşkerî ya serkeftî ye û hevgirtina gelê Sûriyê parast, divê li tevahiya Sûriyê pêk bê”.
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve, gelek guhertinên siyasî li Sûriyê rû dan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî ev yek ji xwe re weke fersend dît û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Gelê herêmê jî didin diyar kirin ku ji bo siberoja Sûriyê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herî guncaw e.
Têkildarî mijarê rewşenbîrên ji Helebê axivîn û dan zanîn ku divê tecrubeya Rêveberiya Xweser serkeftî were belavkirin.
Hevseroka Malbenda Çandî ya Helebê Leyla Xalid destnîşan kir ku li Sûriyê bi giştî nezelalî û ne aramî heye, siberoja welêt di aliyê qanûnî û destûrî de ne diyar e û got:
Divê sûriyê nas bikin ku Rêveberiya Xweser, tecrubeyeke îdarî ya serkeftî ye.
Bi beşdariya pêkhateyan karibû beşeke Sûriyê bi rêve bibe.
Em dikarin bêjin ku Rêberberiya Xweser bê cudahî li ser bingeha edalet û wekheviyê tevna niştimanî parast.
”Mafê gel heye modela Rêveberiyê ji bo siberojê hilbijêre”
Hevserokê Malbenda Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat dibêje:
Ji bo siberoja welêt, modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herî baş e, ji ber ku mafên pêkhateyan dabîn dike.
Mamosteyê dîrokê Mihemed Şêx Qenber jî anî ziman ku jiyana aştiyane ya li herêmên Rêveberiya Xweser hişt ku ev proje bê qebûlkirin û li seranserî Sûriyê bibe vebijêrk û got:
Bi rûxandina rejîma Baas re, dê rê li pêşiya gelê Sûriyê vebibe ku modela herî guncew ji bo siberoja xwe hilbijêre.
Ji ber ku tenê wî berdêl daye. Di her maleke Sûriyê yan şehîd an birîndar an kesek hatiye revandin heye.
Qenber bang kir ku hikumeta demkî ya li Şamê û Rêveberiya Xweser bi hev re li hember xetereyên derve yên li dijî welêt bisekinin.



