Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser şehadeta her du rojnamevanan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn diyar kir ku her kesî bi rêya wan rastiya şerê li Minbic, Qereqozax û Tişrînê nas kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê teqez kir ku şehîdên mîna Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa bingeha ragihandinê çêkir, ev bingeh bi êrîş, komkujî û şehadeta milîtanan nayê bêdengkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di derbarê her du rojnamevanên ku şehîd bûn, Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn axivî.
Dûran Kalkan ew bi rêzdarî bi bîr anîn û wiha got:
”Ew şervanên ronahiya li hember tarîtiyê, heqîqeta li hember zordariyê azadiya li hember koletiyê bûn.”
Dûran Kalkan diyar kir ku her kesî ji Nazim û Cîhan nas dikir bê li Minbic, Qereqozax û Tişrînê çi diqewime, her du rojnamevanan maskeya propagandaya dewleta Tirkiyê daxistin xwarê.
Kalkan anî ziman ku di warê qanûnî de ji vê re kuştina bi plankirî tê gotin, bi kîn êrîşî van şervanên ronahiyê kirin lê dîsa jî wan bi lehengî li ber xwe dan.
”Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rastî bi lehengî şer kirin”
Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi bîr xist ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rastî bi lehengî şer kirin û wiha berdewam kir:
”Kurd û yên bi Kurdan re bûne yek, her tim bi mêranî li ser xeteke demokratîk li dijî rêveberiya Baasê li ser xeta demokratîk bi lehengî rawestiyan. Têkoşîna herî bi bandor û berhemdar meşandin. Weke rojnamevan bûne ronakbîrên şervanên fedaî yên demokratîk, lehengiyê. Wan peywireke mezin bi cih anîn. ”
Dûran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de êşa malbatên wan û civaka Çapemeniya Azad parve kir, xwedîderketina li van şehîdan tê wateya xwedîderketina li dozeke mafdarî ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê di derbarê qêrîna ”Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” wiha hate gotin:
”Civakên ku nikaribin piştgiriyê bidin van mirovan nikarin li ser piyan bimînin, bi rastî Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin. Em ji dil bi vê bawerin.”
Di dawiyê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê dest nîşan kir ku ji ber ku şehîdên mîna Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsa bingeha ragihandinê çêkir, ev bingeh bi êrîş, komkujî û şehadeta milîtanan nayê bêdengkirin.



