Serokê Dewleta Tirk a dagirker Erdogan careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Erdogan ê ku çav berdaye Helebê ragihand ku dê balyozxaneya xwe li wî bejarî vekin.
Erdogan di civîna meclisa partiya xwe de bi bîr xist ku wan serokê xwe yê MÎT’ê û Wezîrê xwe yê Karê Derve şandine Şamê û got: “Me balyozxaneya xwe yekser xist dewrê.
Di demeke nêz de em ê balyozxaneya xwe xwe ya Helebê vekin”
Di heman axaftina xwe de dîsa gef li Kurdan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî xwarin.



