Wek yekemîn car di dîroka Sûriyê de, li Siwêdayê ji bo parêzgeriyê jinek hate hilbijartin.
Desteyên siyasî û olî yên li Siwêdayê jina binavê Mehsine El-Mihêsawî ji bo parêzeriyê nîşan kirin.
Ev yek bi erêkirina serokê Durziyan şêx Hikmet Hacî pêk hatiye.
Mehsine El-Mihêsawî ji destpêka xwepêşandanên li Siwêdayê di meha 8’an sala 2023’an û heta roja dawî amede bibû.
Mehsine zanîngeha beşê falkoteya Bazirganî û Aborî xwendiye.
Armanc ji hilbijartina jinekê ew ê ku rûyê nû yên Sûriya nû yê pêşketî û demokratîk were nîşan dan.



