Li gundewarê Derayê ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên şer, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 din birîndar bûn. Li gundewarê Tertûsê jî pevçûnên giran rû dan.
Di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên şer de li nêzî bajarokê Cebab ê bakurê Derayê, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 din birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku ji ber teqînên bermahiyên şerê li tevahî Sûriyeyê 67 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha Navenda Çavdêriyê diyar kir ku li gundê Xirbet El Meizê yê Tertûsê di navbera çekdarên xwecih û “hêzên ewlekariya hundirîn” ên “Rêveberiya Operasyonên Leşkerî” de pevçûn derketin.
Li gorî Navendê sedema pevçûnan ew bû ku şêniyan rê nedan hêzên ewlekariyê ku bikevin nav malan.
Di encama pevçûnan de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn û wesayît hatin şewitandin.
Dîmenên pevçûnan û şewitîna wesayîtan li ser medyaya civakî jî belav bûn.



