Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Oldarên ji Reqayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê dixwaze şêniyan koçber bike û fitneyê di navbera wan de derxe û li hember êrişan em teqezî bi hevgirtinê kirin.
Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bike.
Armanc ji vê yekê jî ew ku şerê navxweyî li ser bingeha olî û nîjadî berdewam bikin ku li ser siberoja welêt gef e.
Derbarê mijarê, Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê girîngiya hevgirtina di navbera pêkhateyan de vegotin.
Endamê rêveber ê Meclisa Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Bedran Hemo got:
Dewleta Tirk a dagirker êrişên herêmên kurdan dike lê ew xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî, diparêzin.
Rûspiyekî êla El Imêrat şêx Îbrahîm Ebo Xoce diyar kir ku divê rêveberiya nû ji rêgeza rejîma Baas dûr keve û wiha anî ziman:
Divê her kes tecrubeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên vê rêveberiyê ji bo afirandina hevgirtinê di nava pêkhateyan de, di ber çavan re derbas bikin.
Sûriye ya her kesî ye, divê ev serdema nû, geşbîn be.
Oldarên Reqayê: Dewleta Tirk dixwaze şêniyên herêmê koçber bike û Sûriyê dagir bike
Oldarên kantona Reqayê jî ji bo têkbirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê teqezî bi hevgirtina pêkhateyan kir.
Serokê Komîteya Fetwayan a Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê şêx Mihemed Yehya Ebû El Bera dibêje:
Em dixwazin gelê Sûriyê di nava ewlehiyê de bijî, em bira ne û ji hev hez dikin.
Dema em bixwazin welatan ava bikin, em ji mirovan dest pê dikin.
Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya kantona Reqayê şêx Îbrahîm El Iwês jî bang li şêniyan kir ku ev rûpela nû, divê bibe rûpela hezkirin, efûkirin û lihevhatinê û got:
Divê di navbera sûriyeyiyan de diyalogeke adil hebe û zimanê kuştinê û wêrankirinê red bikin ku dewleta Tirk bi rêya wê dixwaze civaka Sûriyê parçe bike û axa Sûriyê dagir bike.



