Şêniyên bajarê Qamişloyê 5 cangoriyên xwe li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke biheybet oxir kirin.
Şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo 5 şehîdên QSD’ê, Komandos û welatiyê bi navê Yaşar Îbrahîm ku 1ˋê Kanûnê li Şehbayê şehîd bûbû hatin oxirkirin û şervanek jî hat bibîranîn
Bi hezaran kes û endamên Hêzên Asayişê, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, Sazî û dezgehên cavaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîdan bûn. li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo merasîmeke girseyî pêk anîn.
Navên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne: “Şehîd Baran Qamişlo, şehîd Besam Ehmed, şehîd Yaşar Îbrahîm, şehîd Şêrzad Qamişlo, şehîd Agirî Qamişlo û şehîd Çiyarûs.”
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên şoreşê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbata her 6 şehîdan re xwest.
Osman got: “Em ê îro şehîdên xwe bispêrin dil û mêjiyê xwe.
Em ê ti carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Her wiha em tevlîbûna van malbatan di nav Meclisa Malbatên Şehîdan pîroz dikin.
Em ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin û serî li dijî dijmin hildin.”
Piştre li ser navê Hêzên Leşkerî Nûrî Mehmûd axaftinek kir û got: “Em îro 6 welatparêzan oxir dikin.
Ji bo hemû gelê ku azadiyê dixwazin em sersaxiyê ji wan re dixwazin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê lehengî, berxwedanî û têkoşînê ye.
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hemû şêwazên xwe yên qirêj gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.
Her wiha bila Şam bizanibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Sûriyê ne û nabe çeka Sûriyan li beramberî gelê Sûriyeyê were rakirin.
Li vê gelemperiya cîhanê eger cihek şoreşê hebe, ew jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê parastin, hebûn û demokrasîyê ye.
Berxwedana ku şehîdên me raber kirine, berxwedanek bi rûmet û bi hêz e.
Em ê bi vê hêzê ser bikevin û wê Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyê bibe paşeroj.
Di dawiyê de soza me serketin e û em ê vê serketinê bi saya şehîdên xwe pêk bînin.”
Piştre jî Şêx Mûrşid El Xiznewî, da zanîn ku divê gelê me bi oxirkirina şehîdan re xemgîn nebe, ji ber ku şehîd nemirin. Şêx Mûrşid El Xiznewî got:
“Şehîd ji bo me hêz û hêviya ku em li ser jiyan dikin in.
Her wiha ji şehadetî tiştek din bi rûmetir tune ye.
Lewma her kes mirin li ser wî ferz e, lê şehadet asta herî bilind û bi nirx e di hebûnê de.
Her kes jî nikare bigihêje asta şehadetê, tenê yên ku ji bo xaka xwe canê xwe feda dikin.
Gelê me di qonaxek pir girîng de ye, ji ber wê jî ji her demê bêhtir gerek em hev bigirin û xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin.
Herî zêde divê em li pişta hêza xwe ya QSD‘ê bin. Ji ber QSD’ê rûmet û hêviya me ye.
Di dawî de em carek din sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soz bidin ku bi têkoşîn û berxwdanî em ê bersivê bidin şehîdên xwe û xwîna wan li erdê nehêlin.”
Di dawî de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û bi tilîlî û dirûşmeyên ciwanan, şehîdên xwe veşartin.



