191 parêzerên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê erişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Parêzeran daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin ku di zûtirîn dem de pêşî li êrişan bigre.
Di nameya parêzeran de tê gotin êrişên heyî bi eşkere qanûnên navdewletî, danezana Neteweyên Yekbûyî û pîvanên mafên mirovan binpê dikin.
Ev jî dibin sedema ziyanên mezin ên mirovahiyê, koçberiya bi hezaran sivîl û wêranbûna jêrxana herêmên Rojavayê Kurdistanê.
Parêzeran diyar kirin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê sembola berxwedaniya li dijî terorîstan e û gotin:
Em piştgiriya wan dikin.
Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, saziyên navdewletî dikin ku şandeyên serbixwe ji bo lêkolînkirinê bişînin Suriyê.
Her wiha pêşî li êrişên dewleta Tirk bigrin.”



