Balafirên Îsraîlê balafirgeha Senaa, perava Hudeyde û stasyonên enerjî û petrolê yên Yemenê bombebaran kirin.
Îsraîlê li dijî baregeh û binesaziya Hûsiyan êrişên hewayî pêk anîn.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gotibû ku Tel Avîv dê li dijî Hûsiyan ku ew alîgirên “terorîst” ên Îranê ne, êrişên xwe bidomîne.
Televîzyona El Mesîra ya koma Hûsî ya Yemenê îro daxuyandibû ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî balafirgeha navneteweyî ya Senaa de 2 kes hatin kuştin.
Her wiha di êrişa li Perava Ras Îs de jî kesekî din hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Berê jî dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê dabû zanîn ku Tel Avîvê derbarê êrişa li dijî Hûsiyan agahî dabû Washingtonê û çaverê ye ku êrişên li dijî Yemenê girantir bibin.



