QSDˋê diyar kir ku di navbera hêzên wan û çeteyên li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê de pevçûnên dijwar qewimîn, di encamê de 22 çete hatin kuştin û 25 jî birîndarbûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a rojekê eşkerekir û got:
“Hêzên me êrişên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê têk birin.
Çeteyan berbanga 26ˋê Kanûnê saet 01:00 sibehê bi piştgiriya 2 wesayîtên leşkerî ji cureya “Toyota ” 2 panzeran û tankekê êrişên dijwar li dijî herêma başûrê rojhilatê Minbicê pêk anîn..
Di encama bersivdana hêzên me de 2 panzer, erebeyeke leşkerî ya “toyota” û tankek hatin rûxnadin, 22 çeteyên dagirkeriya Tirk hatin kuştin. 25 jî birîndar bûn.
çeteyên ku têk çûn reviyan avahiyeke gundê Tiş Êriş. li wir jî bûn ev çete 4 caran ji ezmanî ve ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn a Taybet ve hatin bombebarankirin.
Di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. ”



