Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Kantona Zurih a Swîsreyê hate bibîranîn.
Bîranîn bi pêşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat.
Malbata rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), nûnerên saziyan, rojnamevan û gelek xizmên şehîdan beşdarî bîranînê bûn.
Li ser navê KOMAW’ê Îhsan Devrîm di bîranînê de axivî û got:
“Her kesên ku vê têkoşînê diparêze weke dijmin dibîne. Bi salan e êrîşî Çapemeniya Azad dikin. Em pênûsa şehîdan li erdê nahêlin.”
Birayê Cîhan Bîlgîn dazanîn ku dewleta Tirk li dijî destketiyên gelê Rojava timî di nava helwesteke êrîşkar de ye û ev peyam da:
“Xebatkarên Çapemeniya Azad ji ber rastiyan derdixin holê her tim dibin hedefa dewleta Tirk. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
Li ser navê hevalên şehîdên Çapemeniya Azad Cîhan Olmez axivî û ev tişt got: “Ji niha û pê ve erka me ya herî mezin ew e ku em berxwedan û têkoşîna wan hîn zêdetir bimeşînin.”



