Cangoriyên azadiyê Hemze, Xalid û Cesar bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hatin oxirkirin.
Her wiha şehîd Umer hat bibîranîn.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hat lidarxistin. Bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl, siyasî û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Komandosê ve hat lidarxistin.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Etiye sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Keda zarokên me berdêla rûmeta vî welatî ye. Divê em hemû li dora QSDˈê kom bibin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û rûmeta me berdêlên giran didin.”
Ebdulmecîd Etiye şervanên li eniyên berxwedanê silav kirin û peyama piştgiriyê da.
Di dawiyê de wesîqeyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseyê cenazeyên şehîd Hemze, Xalid û Cesar bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” defin kirin.



