Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji bo têkbirina êrişan banga yekitiyê kir.
Nivîsgeha Jinan a Reqayê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Endamên nivsîgehê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê tev li çalakiyê bûn. Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan Silava Remedan daxuyanî li qada şaredariyê xwend.
Nivîsgehê di daxuyaniyê de rojnamevan û nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn, rojnamevan Nazim Daştan bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker geşedanên herêmî û siyasî li Sûriyeyê bi kar tîne û qirkirina gelên herêmê didomîne.
Nivîsgehê êrişên li dijî gelan û hedefgirtina porjeya neteweya demokratîk bi êrişên qirker wesifandin û got ev êriş piştgiriya diyar a dewleta Tirk a ji çeteyan re aşkera dike.
Di daxuyaniyê de nivîsgehê bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û li hember êriş û gefan bang li gelan û hêzên siyasî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.



