Hizba Demokrata Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê û Şandeya KNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kir.
Di hevdîtinê de tekezî bi girîngiya parastina Rojavayê Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin.
Hizba Demokrata Kurdistanê serdana nûnertiya PYD’ê li Silêmaniyê kir.
Her du aliyan dan zanîn ku ev geşedanên li Sûriyeyê çêdibin, ji bo gelê Kurd derfeteke dîrokî ya netewî ye, li gor vê yekê aliyên Kurd bibin yek û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.
Hizba Zehmetkêşan li Silêmaniyê serdana nûnertiya PYD’ê kir
Her wekî Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê ji bo nirxandina rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên li tevayî Sûriyeyê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Herêma Kurdistanê kir.
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê di hevdîtinê de piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da.
Şandeya KNK’ê serdana nûnertiya PYD’ê ya herêma Kurdistanê kir
Şandeya KNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Kurdistanê kir.
Her du aliyan tekezî bi girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd û piştgiriya ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê a li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê kirin.
Şandeya KNK’ê piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava ji aliyê hemû aliyên Kurd û dostên wê ve, avakirina yekîtiya netewî li dijî êrişên dagirkeriyê girîng dîtin.



