Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ketin bajarê Minbicê, ewlehî li bajêr êdî nema.
Ti roj beyî kuştin, lêxistina şêniyan û diziyê derbas nabe.
Çalakvanan dîmenê mêrekî bi navê Izedîn El Mirî (50) ku êrişî wî hatiye kirin û li eniyê wê yê rastê xwîn diherike, weşand.
Di dîmen de şêniyê ku rastî bûyerê hatiye kirin dibêje çeteyan ew xapandiye û jê re gotiye malbatekê bigihîne bajarê Babê,
Lê dûr lêxistine û taksiya wî jê dizîne
Ev beşeke sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên Minbicê ye ku beriya bi çend rojan,
Piştî ku çeteyan tecawîz li zarokeke 7 salî kiriye, di navbera wan û êla Bobena de şerên dijwar derketine.



